Girtiyên siyasî yên jin hatin cezakirin

Ajansa Îran International ragihand ku girtiyên siyasî yên jin du heftîne li girtîgeha Qerçakê tên cezakirin.

Girtiyên siyasî yên jin hatin cezakirin
4 îlon, 2025   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Îran International ragihand ku du heftîne girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgeha Qerçekê ji ber nerazîbûnên xwe yên li dijî şert û mercên girtîgehê, hatine cezakirin.

Hate diyarkirin ku du heftîne girtî ji elektrîkê û peywendiya li gel malbat û parêzerên xwe bêpar tên hiştin.

Her wiha hate ragihandin ku girtiyên siyasî yên jin, ji dema ku ji girtîgeha Evînê ji bo girtîgeha Qerçekê hatine veguhestin ve, ru bi ruyê kêmbûna xizmetgûzariyê tên.

Hêjayî gotinêye ku di dema şerê Îsraîl-Îranê de, Îsraîlê êrişî girtîgeha Evînê kir. Di encamê de bi dehan girtî jiyana xwe ji dest dan, lê nasnameya hemûyan nehate eşkerekirin. Her wiha 70 girtiyên siyasî yên jin ji bo girtîgeha Qerçekê hatin veguhestin. Girtiyên siyasî, ji ber nebûna xizmetên tenduristiyê, ava paqij, odeyên têrker û klîmayê, di dawiya meha borî de bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşan dan.