Kesayetên Sûriyeyî û Misrî: Em dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

Kesayetên Sûriyeyî û Misrî bi peyamên nivîskî tev li kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" bûn û Rêber Abdullah Ocalan bi sembolê navneteweyî ya têkoşîna ji bo edaleta civakî û demokrasiyê pênse kir.

Kesayetên Sûriyeyî û Misrî: Em dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
4 îlon, 2025   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesayetên Sûriyeyî û Misrî bi peyamên nivîskî ku li ser malpera fermî ya Înîsiyatîfa hatine weşandin, piştgirî da kampanyaya navneteweyî ya bi diruşma "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim".

PEYAMA SEMÎH ŞIQÊR

Hunermendê Sûriyeyî  Semîh Şiqêr pesnê ramanên Rêber Abdullah Ocalan da û diyar kir ku ramanên wî berdewama têkoşîna dişibihe ya ezmûnên Nelson Mandela û Merwan Berxûsî û sembolên din ên azadiyê.  Şiqêr di peyama xwe de wiha domand: "Em di kêliyek dîrokî ya girîng de dijîn. Em şahidiya vejîna ruhê şoreşgerî ya li dijî destpot û zulmê û vejîna ronahiya azadiyê ya gelên serhildêr ên Rojhilata Navîn dikin ku vîna wan ji wan hatibû standin. Ev vejîna bi kesayetiya ramanwer û fîlozof Abdullah Ocalan û ramanên wî pêk tê ku ji girtîgeha Îmraliyê pêşkêşî cîhanê kiriye. Bi felsefe û zanista xwe ya di siyaseta demokratîk û exlaqî de bû lêkolîner, ramanwer û fîlozofek ku nûnertiya vîna gelan dike."

PEYAMA ÎSLAM DÊF

Nivîskar û rojnamevanê Misirî Îslam Dêf bal kişand ser şert û mercên girtina Rêber Abdullah Ocalan û rewşa gelê Kurd. Dêf got Rêber Abdullah Ocalan bûye ronakbîrekî navneteweyî ku sînorê pirsgirêka Kurd derbas kiriye û projeyek demokratîk a mafên gelan misoger dike, pêşkêş kir.  Îslam Dêf anî ziman felsefeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan saz kiriye altarnatîfê netewe-dewlet e û derî li pêş avakirina civakeke komînal a li ser wekhevî û azadiya jinê vedike.

PEYAMA NEBÎL EL MILHIM

Nivîskarê Sûriyeyî Nebîl El Milhim di peyama xwe de diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeh ji qeydan kir fezayeke fikrî. Her wiha destnîşan kir ku mîna Nelson Mandela û Mahatama Gandî, Rêber Abdullah Ocalan jî modeleke nû ya rêveberiyê pêşkêş kir ku xwe dispêre fikir û hêviyê ne tenê çekê.

El Milhim diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê ji nû ve xîtaba siyasî ya cîhanî saz kir ku ji şaristaniyên Rojhilata Navîn îlham girtiye da ku neteweyek demokratîk ava bike.

El Milhim di dawiya peyama xwe de got: "Ji bo serxistina banga aştî û civaka demokratîk a ku ronakbîr û fîlozofê neteweyê kiriye, ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim."

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzeran a Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah di çarçoveya kampanyaya ’’Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” de, 20`ê Tebaxê (2025), li ser asta Sûriyeyê kampanyaya komkirina îmzeyan dane destpêkirin ku hîna dewam dike.. Ji rewşenbîr, akademisyen, siyasetmedar, pêşengên civak û serokeşîran 2006 îmze hatin komkirin.

(fr)