Çeteyan îşkence li şêniyekî kir

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê îşkence li şêniyekî kir.

Çeteyan îşkence li şêniyekî kir
5 hezîran, 2025   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2’yê Hezîranê îşkence li şêniyê bi navê Henan Reşîd Korbelo (45) kiriye. 

Çavkaniyan diyar kir ku Henan Reşîd Korbelo ji gundê Xelaka yê bajarokê Bibilê yê Efrînê ye û parêzvanê zeviyekî çandiniyê ye. Dema li ser banê xaniyekî di xew de bû, çeteyên rûgirtî êrişî wî kiriye û lê dane, heya ku ji ser hişê xwe çûye.

Hate diyarkirin ku Henan Reşîd heya rojekê di komayê de maye.

(bb)

ANHA