Li Suriyeyê ji şevê din ve çi qewimî

Li bajarên Latkiye, Tertus, Cebelî, Hums, Hema û Deraa yên Suriyeyê di navbera komên çekdar û hêzên desthilata Şamê de pevçûnên dijwar derketin. Hat gotin di pevçûnên ku hîn didomin de zêdetirî 100 kes hatine kuştin, mal hatine şewitandin, mirov bi erdê re hatin kaşkirin.

Li Suriyeyê ji şevê din ve çi qewimî
7 adar, 2025   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên başûr û beravê (sahil) ên Suriyeyê ji, şevê din ve, şer û pevçûnên dijwar diqewimin. 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên li van herêman hatine girtin, li bajarên Latkiye, Tertus, Cebelî, Hums, Hema û Deraa li dijî destilhata Şamê xwepêşandan çêbûn. Her wiha di navbera komên çekdar û hêzên desthilata Şamê de şerên dijwar diqewimîn.

Çavkaniyan ragihandin ku li Latkiye û Tertusê komên çekdar çend dever ji hêzên desthilata Şamê wergirtine.

LATKIYE: DEVER HATIN GIRTIN, REVEBERIYA BAJAR KET DESTÊ KOMÊN ÇEKDAR

Hinek komên çekdar îdîa kirin ku wan li Latkiyeyê Balafirgeha Satamo û herêmek leşkerî ya girêdayî Fermandariya Hêzên Deryayî xistine bin kontrola xwe. Piştî demekê jî desthilat Şamê diyar kir ku wan cihê fermandariya hêzên deryayî paş ve girtiye.

Di dîmeneke hatiye kişandin de, tê gotin ku komên çekdar endamên rêveberiya Latkiye ya girêdayî deshilata Şamê esîr girtine.

100 KES HATIN KUŞTIN, MAL HATIN GULEBARANKIRIN, MIROV BI SEYARAN HATIN KAŞKIRIN  

Hat ragihandin ku di pevçûnên li Latkiye, Tertus û Humsê de herî kêm 100 kes hatine kuştin, gelek kes jî birîndar bûne. Di dîmenên hatine parvekirin de, tê dîtin ku cenazeyên gelek kesan li kolanan e.

Li Latkiyeyê seyareyek girêdayî Partiya Turkistan Îslam ket kemîna komên çekdar. Di dîmenên hatine kişandin de kesek bi Tirkî di axive û dibêje ku ew ketine kemînê.

Di hinek dîmenên hatine kişandin de jî tê gotin ku gelek endamên hêzên leşkerî yên desthilata Şamê ketine destê komên çekdar.

Hat ragihandin ku li bajarê Humsê malek aydê welatiyên Nasurî hatiye gulebarankirin û şewitandin. Di dîmenek hatiye belavkirin de, gulebarana malê tê dîtin.

Di dîmeneke din de, tê dîtin ku kesek bi seyarekê ve hatiye girêdan û li erdê tê kaşkirin.

DESTHILATA ŞAMÊ HÊZ ŞANDIN,

Piştî ku pevçûn dijwar bûn, desthilatdariya Şamê, ji Şam, Hema, Idlib, Heleb û Dêrazor gelek hêz leşkerî şandin herêmên şer. Her wiha banga seferberiyê hat kirin û qedexeya derketina derve hat îlankirin. 

TIRKIYEYÊ HÊZ ŞANDIN

Li aliyê din hat gotin ku dewleta Tirk ji Deriyê Sînor ê Bab El Hewa hêzên leşkerî şandine Suriyeyê. Di dîmeneke ku hatiye parvekirin de seyareyên leşkerî yên Tirkiyeyê tên dîtin.

ALOZÎ DIDOME

Li gorî agahiyên çavkaniyan li piraniya herêmên beravê yên Suriyeyê, alozî didome. Pevçûnên di navbera komên çekdar û hêzên desthilatdariya Şamê de berdewam dikin.

(a)

ANHA