Li Sûriyeyê êrişên hewayî yên Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê vê sibehê êrişên hewayî li Sûriyeyê pêk anîn.

Li Sûriyeyê êrişên hewayî yên Îsraîlê
6 kanûn, 2024   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê xeta sînor a di navbera Sûriye-Lubnanê, bi taybetî herêma Qisêr, bombebaran kirin.

Medyaya xwecih diyar kir ku balafirên artêşa Îsraîlê berbanga îro deriyê sînor ê Cosiye yê li aliyê Sûriyeyê, Pira Edra, dergehê El Hac Mihemed ên li gundewarên Humisê bombebaran kirine.

Artêşa Îsraîlê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku rêyên veguhastina amûrên şer ên li Sûriye û Lubnanê bombebaran kirine. Her wiha ragihand ku yekîneyeke veguhastina çekan a Hizbullahê kiriye hedef.

(bb)