Fakûlte û peymangehên Hesekê wê  bibin beşek ji zanîngeha Firatê

Wezareta Perwredeya Bilind û Zanistî diyar kir ku dê fakûlte û peymangehên Hesekê û Reqayê bibin beşek ji zanîngeha Firatê.

Fakûlte û peymangehên Hesekê wê  bibin beşek ji zanîngeha Firatê
24 tîrmeh, 2026   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Perwerdeya Bilind û Zanistî daxuyanî da û got ew niha hewl didin ku mafên xwendevanên zanîngehên parêzgeha Hesekê biparêzin û wan tev li sîstema xwendina bilind bikin.

Wezaret dê hemû fakûlte û peymangehên parêzgeha Hesekê bike beşek ji zanîngeha Firat-beşê Hesekê.

Di vê çarçoveyê de Zanîngeha El Şerq a Reqayê girêdayî Zanîngeha Firat-beşê Reqayê kir.

Wezaretê anî ziman ku dê bawernameyên hemû zanîngehan derbasdar bin û mafên xwendevanan biparêz in.

(np)