Baroya Amedê ji bo sûcên HTŞ serî li DCN û NY’ê da

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê ji bo ku HTŞ ji ber sûcên li Sûriyeyê kirine were cezakirin serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN), ji bo parastina sivîlên herêmê jî serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da.

Baroya Amedê ji bo sûcên HTŞ serî li DCN û NY’ê da
19 nîsan, 2025   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê têkildarî komkujiyên ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li peravên Sûriyeyê pêk anîn, serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da. 

Li gorî nûçeya Mezopotamya Ajansi, di serlêdanê de têkildarî sûcên li herêmê li dijî mirovahiyê hatî kirin, hate xwestin ku dozgerî lêpirsîna resen veke û bişîne dadgehê.

Di serlêdana li Neteweyên Yekbûyî jî hatî kirin de, hate xwestin ku sivîlên li herêmên bên parastin.