Li sûkeke Qamişloyê danîna keviran bi dawî bû

Bi piştgiriya dikandaran li Qamişloyê, Şaredariya Gel projeya danîna kevirên parkeyê li sûkeke bajêr bi dawî kir.

Li sûkeke Qamişloyê danîna keviran bi dawî bû
Li sûkeke Qamişloyê danîna keviran bi dawî bû
1 mijdar 2023   16:41
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Qamişloyê projeya danîna kevirên parkeyê (înterlok) li sûkeke sebzeyan a Qamişloyê bi dawî kir. Proje bi piştgiriya 40 dikandaran pêk hat.

Hevseroka Şaredariya Gel a Qamişloyê Emel Şemdîn bi rêya ragihandina bidawîbûna projeyê û bi amadebûna endamên şaredariyê û dikandarên piştgirî daye, diyar kir ku projeyên ku gel bi xwe pê radibin di salên borî de zêde bûn û ji aliyekî din ve jî şaredarî bi xwe piştgiriyê di aliyê çavdêrî û pêkanînê de dike.

Emel wiha domand: "Piştî projeya danîna keviran li sûka zêr projeya danîna keviran li sûka sebzeyan jî bi dawî bû. Lêçûna projeyê ku dikandaran daye, 22 hezar dolar bû."

(fr)

ANHA