Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

Xelkê bajarê Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û ji bo parastina destkeftiyên ku di Şoreşa Rojava de hatine bidestxistin û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, banga mezinkirina têkoşînê kir.

Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
Şêniyên Kobanê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
1 mijdar, 2023   16:37
KOBANÊ

Ji bo pîrozkirina 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Pîrozbahî bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsigrêka Kurd re çareseriya siyasî, Roja Kobanê ya Cîhanê li hemû mirovahiyê pîroz be” hat lidarxistin û bi sedan şêniyên herêma Firatê yên ji pêkhateyên Kurd û Ereb, bi dehan Birîndarên Şer ên di berxwedana Kobanê de birîndar bibûn, beşdarê bûn.

'DESTPÊKEK JI BO RIZGARKIRINA HEMÛ HERÊMAN'

Di pîrozbahiyê de endamê rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Saziya Birîndarên Şer a herêma Firatê Îsmaîl Mihemed axaftinek kir. Mihemed Roja Kobanê ya Cîhanê li hemû beşdaran pîroz kir û got: “Ragihandina vê rojê ne hêsan bû, destanên li vî bajarî di şerê li dijî DAIŞ`ê de hatine nivîsandin em gihandin vê serkeftinê. Xwestin Kobanê ji nexşeyê rakin, armanc ne tenê Kobanê bû, lê belê her kesê ku ji bo azadiyê têdikoşiya armanc bû. Lê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û bi israra şervanan ew plan vala hatin derxistin û Kobanê bû destpêkek ji bo rizgarkirina herêmên din ên derdorê.”

'BI BERXWEDANA HÊZÊN XWE Û FEDAÎBÛNA ARÎNÊ PLANÊN WAN TÊK ÇÛN'

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mizgîn Xelîl jî 1`ê Mijdarê li Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan pîroz kir û ev axaftin kir: “Êrişa DAIŞ`ê ku dewleta Tirk piştgirî dayê li dijî navenda şoreşê pêk hat, armanc jê hilweşandnia sîstema Rêveberiya Xweser bû. Lê bi saya berxwedana şervanên YPG/YPJ`ê û bi fedaîbûna Arîn Mîrkan û bi hezaran keç û xortên herêmê ev plan têk çûn.” Mizgîn bang li her kesê kir ku ji bo parastina destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin û azadkirina Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî têkoşînê mezin bikin.

'EM LI SER ŞOPA ŞEHÎDÊN XWE NE'

Serokê Şaredariya Gel a navçeya Sirînê Mistefa Muslim jî bi navê pêkhateya Ereb axivî û ev tişt gotin: “Di Roja Kobanê ya Cîhanê de em bagn li dewletan dikin ku piştgiriyê bidin me, kuştina jin û zarokan û rûxandina binesazya herêmê, terora dewleta Tirk rawestînin. Em soz didin şehîdan û hêzên xwe ku heta rizgarkirina hemû herêmên xwe em ê li ser şopa wan bin.”

MINBIC

Li bajarê Minbicê jî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê bi heman armancê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê cîgira Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz Şehrîvan Derwêş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wekî şêniyên bajarê Minbicê di salvegera 9`emîn a rizgarkirina Kobanê de em soza xwe ku em ê li kêleka berxwedêrên li Kobanê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin, nû dikin. Em ê li hember êrişên hovane yên dewleta Tirk li ber xwe bidin.”

REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê jî li navenda xwe daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Zagonsaz Rîhab Nefi ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de spasiya hemû gelên ku piştgirî dane Kobanê hat kirin û hat gotin: “Serkeftina Kobanê serkeftina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û dehfek da ciwanên kurd, erb, suryan û turkmen ku nasnameya berxwedanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin ala QSD`ê de ava bikin. QSD`ê tovika pergala parastina demokratîk a ku hêviyên gelê Sûriyeyê temsîl dike.

Em vê boneyê li tevahî gelan, azadîxwazan û piştgirên doza gelan di rizgariyê de pîroz dikin.

Em bang li tevahî hêzên civakî, rêxistinên mafên mirovan dikin ku piştgiriya berxwedana Kobanê kirine, rê li pêşiya sûcên li dijî herêmê ji aliyê hikumeta AKP`ê ve tên kirin, rawestînin."

ANHA