Hejmara nan kêm bû lê buha wek xwe ma

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryarek da ku hejmara nanan di tûrikekî de ji 10 nan daxe 8‘an bêyî ku bihayê were kêmkirin.

Hejmara nan kêm bû lê buha wek xwe ma
15 hezîran, 2026   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryarnameyek li rêveberiyên bazirganiya navxweyî û parastina mezêxeran li parêzgehan belav kir.

Li gorî biryarnameyê, ji 20’ê Hezîranê (2026) ve, hejmara nanan di tûrikekî de ji 10 nanan dadixin 8‘an.

Di biryarnameyê de hatiye gotin: "Biryar ji ber bilindbûna lêçûnên pêdiviyên hilberandina nan û heqdestê karkeran hate dayîn."

Her wiha hate destnîşankirin ku buhayê tûrikekî nan wekî xwe (4 hezar lîre) dimîne.

9‘ê Gulanê jî wezaretê giraniya tûrikekî nan ji hezar û 200 gramî daxist hezar û 50 gramî, lê buha û hejmara nan wekî xwe mabûn.

Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) di rapora xwe ya dawîn de destnîşan kir ku ji sedî 90’ê sûriyeyiyan di nav xizaniyê de dijîn û rêjeya bêkariyê ji sedî 25 e.

(bb)