Li Sûdanê dronekê êrişî depoya WFPˊê kir

Li bajarê Kaduglî ya başûrê Kordofanê yê Sûdanê dronekê depoya WFPˊê bombebaran kir, di encamê de zirarên madî bi avahiyê û xurekê bûn.

Li Sûdanê dronekê êrişî depoya WFPˊê kir
11 sibat, 2026   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek ji NY re ji AFPˊê re got ku li bajarê Kaduglî yê başûrê Kordofanê yê Sûdanê, bi dronekê êrişî depoyek Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) hat kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, di êrişê de zirar bi avahiyê û xurekê bûn.

(ac/fr)

ANHA