Li Sûdanê di êrişekê de 24 kes hatin kuştin

Hêzên Piştevaniya Lezgîn êrişî erebeyeke veguhastina koçberan kir. 8 jê zarok, 24 kes hatin kuştin.

Li Sûdanê di êrişekê de 24 kes hatin kuştin
7 sibat, 2026   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Bijîjkan a Sûdanê, erebeyeke ku koçber ji bajarê Dibêker dibirin bajarê El Rehed ê eyaleta bakur Kerdevan a Sûdanê, ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve hat hedefkirin. Di encamê de 8 jê zarok, 24 kes hatin kuştin û gelek birîndar hene.

Heman torê diyar kir ku ji kuştiyan 2 pitik in û birîndar jî rakirine nexweşxaneyên bajêr.