Şîrketa elektrîkê ya Humsê 61 karmend ji kar derxistin

Şîrketa Elektrîkê ya Humsê girêbestên 61 karmendan ku piraniya wan Elewî ne, bêyî hinceteke fermî betal kirin. Ev yek bû sedema hêrsa karmendan.

Şîrketa elektrîkê ya Humsê 61 karmend ji kar derxistin
7 sibat, 2026   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çend karmendan diyar kir ku biryara jikarderxistinê bêyî tu ravekirineke fermî yan hinceteke îdarî pêk hat. Karmendan diyar kir ku ew ji ber vê biryarê ji çavkaniya xwe ya dahatê mehrûm mane û ev yek dê rasterast bandorê li ser şert û mercên jiyana wan û ya malbatên wan bike.

Çend roj berê jî, şîrketa elektrîkê li Hama û Laziqiyê bi dehan karmendên daîmî yên xwedî ezmûneke dirêj ji kar avêtibûn.

(k)