Parêzvanên Nîştimanî weşandina agahiyên leşkerî qedexe kir

Fermandariya Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê bi biyarnameyekê weşandina agahî yan wêneyên têkildarî operasyonên leşkerî qedexe kir.

Parêzvanên Nîştimanî weşandina agahiyên leşkerî qedexe kir
7 sibat, 2026   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê îro bi biryarnameyekê weşandina agahî yan wêneyên têkildarî operasyonên leşkerî û bersivdayîna binpêkirinên hêzên hikumeta demkî, qedexe kir.

Di biryarnameyê de wiha hat gotin: "Bi her awayî qedexe ye ku vîdeo, wêne yan nûçeyên meydanî werin weşandin, an jî behsa navên şervan, qurbanî yan birîndaran were kirin.”

Di biryarnameyê de bang li şêniyan hat kirin ku "agahiyên leşkerî yên ji çavkaniyên nefermî belav nekin û neweşînin" û diyar kir ku armanca vê biryarê "parastina ewlehiya herêmê ye.”

(k)