Li Sûdanê di 6 mehan de 330 zarok bûn qurbanî

UNICEF’ê ragihand ku li Sûdanê di 6 mehên destpêkê yên îsal de bi kêmanî 330 zarok bûne qurbanî.

Li Sûdanê di 6 mehan de 330 zarok bûn qurbanî
6 tîrmeh, 2026   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNCEF) ragihand di encamê şerê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de di 6 mehên destpêkê yên îsal (2026) de herî kêm 330 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne. 

Nûnerê UNICEF‘ê yê li Sûdanê Sheldon Yett bi daxuyaniyekê got: “Zarok di hundirê malan de, li ser rêyan, li sûkan, dema hewl dida xwe bigihînin xizmetên bingehîn wekî perwerde û navendên tenduristiyê, tên kuştin an jî birîndar dibin.”

(sb)