Hêzên Îranê kolberek qetil kir

Hêzên Îranê yên sînor, kolberê bi navê Salah Hoşnamak qetil kir.

Hêzên Îranê kolberek qetil kir
6 tîrmeh, 2026   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya KolberNews’ê, hêzên Îranê yên sînor kolberê bi navê Salah Hoşnamak (18) qetil kir.

Salah Hoşnamak, li devera çiyayî ya herêma Vîse ya li ser sînor, di encama gulebarana rasterast a muhafizên sînor de jiyana xwe ji dest da.

Di çar rojên dawî de, hejmara kolberên ku di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 2 kesan.

Berî 4 rojan jî kolberê bi navê Wazir Rahimi (57) jiyana xwe ji dest dabû.