Li Sûdanê daxwazên lêpirsîna bikaranîna çekên kîmyawî
Koalîsyona Hêzên Sivîl ên Sûdanê (Sumûd) daxwaza komîteyeke navneteweyî kir ku binpêkirinên şer ên li Sûdanê lêkolîn bike û bi dawî bibin.

Koalîsyona Hêzên Sivîl ên Sûdanê (Sumûd) banga avakirina komîteyeke navneteweyî kir, ku bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşê û hemû binpêkirinên di şerê berdewam a ji nîvê Nîsana 2023’yan ve lêpirsîn bike.
Sumûd diyar kir ku ew hewl dide dan û standinên ji bo rawestandina şerê ku heta niha nêzî 150 kes qetil kiriye, pêk bînin.
Piştî du rojan ji ferzkirina cezayan li ser desthilata li Port Sûdanê ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve, koalîsyonê daxwaza avakirina komîteyeke navneteweyî ya serbixwe kir ku tevahî sûc û binpêkirinên di şer de bûne lêpirsîn bike, di nav de jî tewanên li dijî hêzên çekdar hatine kirin ku çekên kîmyawî bi kar anîne.
Sumûd diyar kir ku ew pransîbên çareseriya siyasî ya berfireh a xwe xwe dispêre yekitiya Sûdan û hemwelatiya wekhev, rakirina olperestiyê dipejirîne.
Sumûd da zanîn ku ew ê ji bo bidestxistina piştgiriya herêmî û navneteweyî ya pêwist ji bo destpêkirina danûstandinan, dest bi geran bike.
(mh/fr)