Piştî çend saetan ji bicibûnê konvoya Îsraîlê ji Qunetirayê vekişiya

Konvoya lekşerî ya Israîlê ku ji 14 wesayîtên leşkerî û 3 tankên cûreya Merkava pêk dihat, ji nuqteya di navbera bajarokê Hemîdiyê û avahiya parêzgeha Quneytirayê de bi cih bûbû, vekişiya.

Piştî çend saetan ji bicibûnê konvoya Îsraîlê ji Qunetirayê vekişiya
25 gulan, 2025   21:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend saetan konvoyek leşkerî ya artêşa Îsraîlê li ser rêya di navbera bajarokê Hemîdiyê û avahiya parêzgeha Quneytirayê ya başûrê Sûriyeyê de, bi cih bû.

Konvoya ku ji 14 wesayîtên leşkerî û 3 tankên cûreya Merkava pêk dihat, rewşeke awarte li derdorê herêmê çêkir.

Piştî çend saetan, wesayîtên Îsraîlî bêyî şer û zelaliyeke fermî ji aliyê Israîlî ve li ser vê tevgerê û armancên wê, vekişiyan.

Girêdayî mijarê, wêneyên leşkerên Îsraîlê yên li nêzî Bendava Riweyhîna belav bûn, di nava Sûriyeyiyên ku ev tevger bi şantajkirinê bi nav kir de hêrsek çêkir.

Çalakvanan, tevgerên bi vî rengî weke xwenîşandanê bi nav kir û got ew yek di nava van rageşiyên herêmî de pêk tên.

(ac/fr)

ANHA