Li Sûdanê 122 bûn qurbanên Kolera û taya movikan

Hate ragihandin ku ji ber kolera û taya movikan, 122 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Sûdanê 122 bûn qurbanên Kolera û taya movikan
28 cotmeh, 2023   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`yê ku agahiyên xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku li welêt ji 15`ê Tîrmehê heta 27`ê Comtehê ji ber kolera û taya movikan 122 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha wezaretê aşkera kir ku ji nav wan 73 kes ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest daye.

Wezaretê diyar kir ku bi milyonan zarokan rûbirûyî  nexweşiyên cuda ne weka kolera, taya movikan, soirk û malariayê. Ji ber êriş û şer jî fişar li ser pergala tenduristiyê ya li welêt zêde ne.

Li gor NY`yê pêwîstiya nîvên niştecihên Sûdanê bi alîkariyên mirovî hene da ku bijîn.

(şx)