Dagirker û çete êrişî gundekî Minbicê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Toxara Biçûk ê Minbicê dane ber topan.

Dagirker û çete êrişî gundekî Minbicê dikin
28 cotmeh, 2023   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ev agahî parve kirin: "Di van kêliyan de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Diri El Firat, ji baregeha xwe ya li gundê Toxara Mezin,  gundê Toxara Biçûk ê li bakurê bajarê Minbicê bi guleyan hawanan dane ber topan. Ji ber topbaranê tirs di nava gundiyan de çêbûye."

(bb)

ANHA