Îlham Ehmed: Berpirsê binpêkirinên li Meskene Şam e

Hevseroka Daîreya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Îlham Ehmed, têkildarî êrişên komên çeteyan ên li Meskenê destnîşan kir ku hikûmeta demkî lihevkirin binpê kiriye û got: “Em ji sorkirinên li hemberî QSD’ê bi temamî Şamê berpirsyar dibînin.” 

Îlham Ehmed: Berpirsê binpêkirinên li Meskene Şam e
17 ÇILE, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

îlham Ehmed, derbarê mijarê de li ser hesaba xwe ya medya dijîtal (X) peyam belav kir û diyar kir ku komên hikûmeta demkî lihevkirin binpê kiriye. 

Îlham Ehmed di peyama xwe de ev tişt rêz kirin: “Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) duh qebul kiribû ku hêzên xwe ji deverên rojavayê Firatê ku bajarokên Dêr Hafir û Meskene jî di nav de ne, vekişîne. Lê hêzên girêdayî rêveberiya Şamê bi awayekî vekirî ev lihevkirin binpê kir. Li Meskenê di navbera herdu aliyan de pevçûnên dijwar hene. Em ji van binpêkirinan û sorkirinên li hemberî QSD’ê bi temamî Şamê berpirsyar dibînin.”