Li Siwêdayê pevçûn

Li eniya Til Hedîd ê rojavayê bajarê Siwêdayê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi çekên navîn û giran bi hev ketin.

Li Siwêdayê pevçûn
29 hezîran, 2026   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku di navbera Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de li eniya Til Hedîd a gundewarê rojavayê Siwêdayê pevçûn derket. Di pevçûnê de çekên giran û navîn hatin bikaranîn.

Heta niha tu agahiyên piştrast ên têkildarî qebareya zirarên mirovî yan jî zirarên madî yên ji ber hedefgirtinan nehatin wergirtin.

(fr)