Li Siwêdayê li dijî Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan

Bi sedan xelkê Siwêda û gundewarê wî destwerdana derve şermezar kir û girîngî da yekrêziya li dijî Îsraîlê û dewleta Tirk a dagirker. Şêniyan bang li desthilata Şamê kir ku li hember vê destwerdanê bi berpirsiyariyên xwe rabe.

Li Siwêdayê li dijî Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan
Li Siwêdayê li dijî Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan
Li Siwêdayê li dijî Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan
Li Siwêdayê li dijî Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan
Li Siwêdayê li dijî Îsraîl û dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan
25 sibat, 2025   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên Siwêdayê û gundewarê wî bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe li hemberî destwerdanên derve û hewldanên parçekirina Sûriyeyê nîşan da. Şêniyan girîngî da yekrêziya li hemberî destwerdanên derve, di serî de Îsraîlê û dewleta Tirk a dagirker.

YEKBÛNA XAK Û GEL

Xwepêşandêran daxuyaniya serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û yên dewleta Tirk a dagirker ên der barê Sûriyeyê de red kirin û got: "Ji Siwêda heta Qamişlo, ji Dera heta Idlibê, Sûriye ya Sûriyeyiyan e û ne ya tu hevalbendiyekê û mêtingeran e."

Şêniyan diyar kir ku pirrengiya Sunnî, xiristiyanî, Durzî û Kurdî xwedî yek nasname û erdnîgarî ye.

REDKIRINA WESAYETA DERVE

Şêniyan rexneyên tûj li serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan û Netanyahu kirin û got: "Ew ne li ser Sûriyeyiyan ne wesîyet in. Em ê bi yekitî, mejî û hevgirtina xwe Sûriyeyê biparêzin, ne bi hêzên derve." Her wiha şêniyan bang li desthilata Şamê kir ku li hember destwerdanên derve berpirsiyariyên xwe pêk bînin.

SIWÊDA XETA SOR E

Şêniyan diruşmên "Siwêda xeta sor e" berz kirin û diyar kir ku ew êriş û destwerdanên derve red dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Netanyahu ragihandibû ku ew dixwaze "başûrê Sûriyeyê bêçek bibe" û rê nadin hêzên Heyet Tehrîr El Şam û artêşa nû ya Sûriyeyê ku derbasî başûrê Şamê bibe.

Wezîrê Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan jî ragihandibû ku Îsraîl li ser avakirina jîngeheke bêaramî li Sûriye, Urdun û Lubnanê bi bihaneya ewlehiya xwe ya neteweyî, dixebite.

(mh/fr)

ANHA