Li Siwêdayê girtî bi hev hatin guhertin

Li Siwêdayê "Hêzên Parêzvanên Niştîmanî"  û hêzên hikûmeta şamê û bi çavdêriya navneteweyî 28 girtî bi hev hatin guhertin

Li Siwêdayê girtî bi hev hatin guhertin
29 tebax, 2025   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikûmeta Şamê 20 girtî 3 ji wan jin in û piraniya wan sivîl in radestî Hêzên Parêzvanên Niştimanî li bajarê Siwêdayê kirin. Beramberî wê Hêzên Parêzvanên Niştimanî 8 çekdarên hikûmetê radest kirin. 

Berdana girtiyan bi serpereştiya tîmên NY`ê û Xaça Sor a Navneteweyî li xaçerêka gudê Welga li gundewarê rojvayê Siwêdayê, pêk hat.

Li gorî Navenda Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) piraniya girtiyên ku vegeriyan Siwêdayê sivîl bûn, ji wan 6 birîndar bûn, ew rakirin nexweşxaneyê.

Kesên hatine berdan, di dema êrişa hêzên hikûmeta Şamê li ser Siwêdayê di 13`ê Tîrmehê de, dîl hatin girtin.

(k)