Li Siwêdayê endazyarek hat kuştin

Li Siwêdayê di encama gulebaranê de endazyarek di erebeya xwe de hat kuştin.

Li Siwêdayê endazyarek hat kuştin
14 nîsan, 2026   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Siwêdayê endazyarê bi navê Munîr Necîb Behrî (63) di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, bûyer li nêzî Burc Hemûd a bakurê qada Şuleyê rû da. Hate gotin, kuştî li erebeya wî de hat dîtin û tîma Heyva Sor cenaze bir Nexweşxaneya Giştî.

Aliyên têkildar der barê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

(bb)