Li Hesekê di navbera 2 malbatan de şer derket

Li taxa Neşwê ya bajarê Hesekê de di navbera 2 malbatên ji heman eşîreyê de şer derket, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li Hesekê di navbera 2 malbatan de şer derket
23 hezîran, 2024   23:58
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji bajarê Hesekê dane, di navbera 2 malbatan ji eşîra El Bo Hemdan li taxa Neşwê ya Xerbî ya Hesekê de şer derket û di şer de klaşînkov û bombeyên destan hatin bikaranîn.

Nûçegihan ku agahiyên xwe ji şahidan girtin diyar kir ku çend kesan ji eşîra El Bo Hemdan êrişî malekê li heman taxê kir kir û bi wê re di navbera wan de şer derket.

Şahidan anî ziman ku kesê bi navê Fîras Ehmed El Xelef hat qetilkirin û pismamê wî Xelîl Hemîd El Xelef birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

(fr)