Li Siwêdayê cenazeyên 7 kesên ku Tîrmeh hatibûn kuştin gihiştin nexweşxaneyê

Li gorî agahiyan îro 7 cenaze li bakurê Siwêdayê hatine dîtin û  rakirine Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê, cenazeyên ku di nav wan de jinek jî heye, di şerê Tîrmehê li Siwêdayê hatine kuştin.

Li Siwêdayê cenazeyên 7 kesên ku Tîrmeh hatibûn kuştin gihiştin nexweşxaneyê
12 îlon, 2025   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bajarokê Lahesa yê li gundewarê bakurê Siwêday, beriya çend demjimêran, cenazeyên 7 kesan hatin dîtin û ew rakirin Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê.

Çavkaniyên bijîşkî ji nexweşxaneyê destnîşan kirin ku cenaze riziyane. Hin ji wan hatin nasîn ku sivîlên ji bajarokê Lahesayê ne, di nav wan de jinek jî heye.

Bajarokê Lahasayê, ku li ser rêya Şam û Siweydayê ye, di nîvê Tîrmehê de ji aliyê hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê û komên çekdar ên girêdayî ve rastî êrişan hat.

Li gorî şêniyên bajarok, çeteyan mal û milkên şêniyan şewitandin û talankirin.

(ac)

ANHA