Di êrişeke çekdarî de li Dêrazorê endamekî Hêzên Ewlekariyê şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişeke çekdarî de li Dêrazorê endamekî wan şehîd bû du jî birîndar bûn.

Di êrişeke çekdarî de li Dêrazorê endamekî Hêzên Ewlekariyê şehîd bû
12 îlon, 2025   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên neneas îro, înê, êriş birin ser bendeke kontrolê ya hêzên wan a li bajarokê Geranîc li dundewarê Dêrazorê.

Li gorî daxuyaniyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişê dane û di encamê de pevçûn derketiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama êrişê de endamekî wan şehîd bûye û du jî birîndar bûne û êrişkar jî reviyane. Piştî êrişê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê dest bi lêgerînê kir.

(k)