NY`ê ji hikûmeta veguhêz xwest bi hêzên siyasî re diyalogê bike

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY bang li hikûmeta veguhêz a li Sûriyeyê kir ku bi hêzên siyasî re diyalogê bike û ewlehiya hemû Sûriyan pêk bîne.

NY`ê ji hikûmeta veguhêz xwest bi hêzên siyasî re diyalogê bike
12 îlon, 2025   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî ji navenda xwe ya li New Yorkê, bi rêya berdevkê xwe Stéphane Dujarric, bang li hikûmeta veguhêz a li Sûriyeyê kir ku bi hêzên siyasî re diyalogê bike.

Dujarric di civîneke çapemeniyê de got, "Em xemgîn dibin her cara ku pevçûnên navxweyî li Sûriyeyê ji nû ve dest pê dikin".

Dujarric diyar kir ku "divê hikûmeta veguhêz nûberî û ewlehiya hemû Sûriyeyiyan pêk bîne," û ji hikûmetê xwest ku "ji bo yekîtiya Sûriyeyê diyaloga bi hemû hêzên siyasî yên li welêt re bidomîne."

(k)

ANHA