Li Siwêdayê 3 tawanbarên qetilkirina 2 kesan hatin destgîrkirin

Desthilata xwecih a Siwêdayê 3 tawanbarên qetilkirina 2 kesên ji Hesekê û Helebê, destgîr kirin.

Li Siwêdayê 3 tawanbarên qetilkirina 2 kesan hatin destgîrkirin
22 sibat, 2025   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) roja pêncşema borî li Siwêdayê kesek ji Hesekê û yekî ji Helebê hatibûn revandin. Cenazeyên her du kesan ku şopên guleyan li ser hebûn, li rojavayê bajar hatin dîtin.

Desthilata Siwêdayê 3 endamên "Dîfa El Wetenî" ên tawanbarên kuştina her du kesan in, destgîr kirin.

SOHR’ê diyar kir ku "her du kesên hatine kuştine li Şamê diman. Roja çarşemê diçûn Siwêdayê, lê dema gihaştin bajar agahî ji wan qut bû.”

(bb)