Li sînorê Hewlêrê Çiyayê Benî Herîr hat bombebarankirin

Li sînorê bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi dronên xwekuj êrişî Çiyayê Benî Herîr hat kirin.

Li sînorê Hewlêrê Çiyayê Benî Herîr hat bombebarankirin
9 adar, 2026   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên komên çekdar ên Eniya Meqawemeya Îslamî ya li ser Herêma Kurdistanê bê navber dewam dike.

Hate ragihandin ku bi dronên xwekuj êrişî Çiyayê Benî Herîr a li sînorê bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Têkildarî ziyanên êrişê tu agahî nehate bidestxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye di nava rojê de bi dronan êrişî Çiyayê Zemnako ya sînorê Silêmaniyê hatibû kirin.