Kesayetiya neteweyî Şukrî Eldemir koça dawî kir

Kesayetiya neteweyî Şukrî Eldemir ê ji gundewarê Kobanê di temenê 82 saliyê de koça dawî kir.

Kesayetiya neteweyî Şukrî Eldemir koça dawî kir
9 adar, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesayetiya neteweyî Şukrî Eldemir ê ji gundewarê rojavayê bajarê Kobanê di temenê 82 saliyê de wefat kir. Eldemir ji gundê Kablik e, bi xizmetkirina civaka xwecihî dihat naskirin. Hevserokê komîna gundê xwe bû.

Eldemir 2 caran Rêber Abdullah Ocalan li Lubnanê dîtiye. Cihê wî di nava xelkê herêmê de ji kesên xema doza Kurdî hilgirtibû hatiye naskirin. Eldemir bavê şehîd Akif e ku di oxira azadî û rûmetê de canê xwe daye.

(fr)