LI Silêmaniyê meşa girseyî ya ‘Îniya Kurdan’ dest pê kir

Di çarçoveya piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê de, li gelek deverên Başûrê Kurdistan îro xwepêşandan û meşên girseyî tê lidarxistin. Li Silêmaniyê jî ji bo meşa girseyî ya ‘Îniya Kurdan’ dest pê kir.

LI Silêmaniyê meşa girseyî ya ‘Îniya Kurdan’ dest pê kir
30 ÇILE, 2026   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, çalakî û xwepêşandanên li seranserê welat û derveyî welat berdewamin. Li Başûrê Kurdistanê jî bê navber gel ji heft salî heta heftê salî, ji bo bilindkirina dengê berxwedana Rojavayê Kurdistanê, bi çalakî, xwepêşandan û kampanyayan piştgiriya Rojava dikin.

Di van saetan de li gelek deverên Başûrê Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên girseyî bi dirûşmeya ‘Îniya Kurdan’ dest pê kiriye.

Çalakiya Silêmaniyê di saet 14:00’an de li ber Baxê Giştî yê bi şanoyek û xwendina sirûda netewî destpê kir. Piştre li Kolana Salim meşek girseyî dê were lidarxistin. Meş wê veguhere konserteke hunerî ku dê çend hunermendên ji her çar beşên Kurdistanê beşdar bibin. Hunermendên herêmî yên ji Başûr û çend hunermendên ku ji Ewropayê hatîn Silêmaniyê dê beşdar bibin.

Ji bo meşa girseyî ya ‘Îniya Kurdan’ xelkên Başûrê Kurdistanê diherikin qada çalakiyê.