Bi hezaran kesî şehîd Ehmed Omer ber bi Başûr ve oxir kir

Şehîdê seferberiya giştî Ehmed Hêmin Omer ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat oxirkirin.

30 ÇILE, 2026   14:16
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma oxirkirina şehîd Ehmed Hêmin Omer ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rêxistin kir.

Tevî barana dijwar, bi hezaran kurdistanî beşdarî merasîmê bûn. Girseyê bi bilindkirina al û sembolên kurdî cenazeyê şehîd Ehmed Hêmin Omer hilgirt û bi karwanekî ber bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê ve bir.

Karwanê cenaze dema gihaşt pakrewangehê, bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Yek e, yek e yek e gelê Kurd yek e" û "Bijî yekitiya gelê Kurd" hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Mahsûm Hesen axivî û got: "Gelê me rojên dîrokî derbas dike. Di van mercên zehmet de gelê Kurd bû yek û piştgirtiya berxwedana Rojava dike."

Mahsûm Hesen bi bîr xist ku ji dema ragihandina seferberiya giştî bi sedan ciwanên Kurd ji bo parastinê hatin Rojava û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em ê berxwedanê bidomînin û xwedî li xwîna 15 hezar şehîdan derkevin. Em ê bi hemû derfetên xwe nirxên ku me ava kirine, biparêzin."

Di merasîmê de şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyana Hesen jî sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re xwest û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji Qamişlo heya Kerkûkê em dibêjin bila serê malbata şehîd sax be. Em bejna xwe li hemberî mezinahiya şehîd ditewînin."

Jiyan Hesen anî ziman ku her kesî xiyanet li Kurdan kir, lê Kurd di vê rewşa zehmet de ji hev re bibû palpişt û ji cîhanê re îsbat kir ku 2+2= 1 û ji bajarên cuda yên Kurdistanê tev li vê merasîmê bûne.

Jiyan Hisên di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şehîd Ehmed bû şehîdê seferberiya giştî, şehîd azad û rûmetê li welatê hêza keziyê û got: "Bila dilê gelê Kurd rihet be. Kurdistan wê yek be û ev hêz dê ber bi yekitiya gelê Kurd ve biçe."

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamûs jî axivî û da zanîn ku şehîd Ehmed berxwedana rûmet û aştiyê kir û got: "Ehmed şehîdê tevahî mirovahiyê ye. Ehmed ne tenê şehîdê Rojava ye, lê belê şehîdê Kurdistanê ye, şehîdê rûmet û nasnameyê ye."

Karamûs di dewama axaftina xwe de diyar kr ku li dijî gelê Kurdistanê komployeke berberî, qirkirin û koçberiya bi darê zorê heye û wiha pê de çû "Em teqez dikin ku gelê Kurd li cîhanê û tevahiya aliyên cîhanê li hemberî van komployan li qadan e û seferber bûne. Em berxwedana wan û helwestên wan ên bi rûmet silav dikin."

Ehmed Karamûs bi domdarî got: "Gelê Kurd biryara xwe ya dîrokî daye, an hebûn an tunebûn. Em nahêlin destdirêjî li mafên me were kirin. Em soz didin şehîdên xwe ku em şopdarên rêya wan bin."

Karamûs bang li gelê Kurdistanê, rêxistin, sazî û partiyên Kurdistanî kir û got: "Berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Ji me hemûyan tê xwestin ku erkên xwe yên neteweyî pêk bînin. Em bang li birêz Mesûd Barzanî, Bafil Talebanî û Abdullah Ocalan dikin ku îro ji her demê bêtir ji bo avakirina yekitiya neteweyî kar bikin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Ehmed Hêmin Omer hat xwendin. Hevreyên şehîd cenazeyê wî hilgirt ser milan û ber bi deriyê Sêmalkayê ve oxir kir.

Ehmed Hêmin Omer ji navçeya Daqûqê ya bajarê Kerkûkê ye. Di çarçoveya seferberiya giştî de 20’ê Çileyê hatibû Rojava û di 27’ê Çileyê de di berxwedana li hemberî êrişên çeteyan de li bajarê Hesekê şehîd bûbû.

(b)

ANHA