Li Silêmaniyê dronek hate xistin

Duh bi şev dronek ku bi ser asîmanê baregeha Yekineya Pêşmergeyan ya 70’yî ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê digeriya, li devera çolî hate xistin. Di encamê de ti zirar çênebûn.

Li Silêmaniyê dronek hate xistin
11 tîrmeh, 2025   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermandariya 70’emin a Hêzên Pêşmerge Ehmed Letîf ragihand ku dronek piştî ku li nêzîkî baregeha Yekineya Pêşmergeyan a 70’emin ya li sînorê Silêmaniyê derbas bû, hate xistin.

Hat ragihandin ku drona ku hatiye xistin li devera çolê ketiye.

Lê nayê zanî bê ka dron ji aliyê kîjan hêzê ve dihate kontrolkirin.

Di 1’ê Tîrmehê de jî du dronên ku nêzî baregeha Yekîneya 70’emin a pêşmergeyan ya li Silêmaniyê digeriyan, ji aliyê pêşmergeyan ve hatibûn xistin.

Hêjayî gotinê ye ku du hefteyên borî de, gelek buyerên ketina dronan li sînorên Kerkûk, Germiyan, Silêmanî, Hewlêr û Zaxoyê derketine holê. Hinek ji van dronan hatine xistin, hinekên din jî ji ber kêmasiyên teknîkî bi awayekî ji xweber ketine xwarê. Lê heta niha ji aliyê rayedarên peywendîdar ve ti daxuyaniyek zelal ji raya giştî re nehatiye dayîn.