Gera duyemîn a Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan destpê kir

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê serdana Serokê Meclisa Êla El-Tey kir.

Gera duyemîn a Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan destpê kir
Gera duyemîn a Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan destpê kir
Gera duyemîn a Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan destpê kir
29 gulan, 2024   15:00
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” de, Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê piştî serdanên partiyên siyasî, îro dest bi serdana rûspiyên civaka Ereban kir.

Înîsiyatîfê Serokê Meclisa Êla El-Tey Hesen El-Ferhan El-Ebdulrehman li mala wî ya li taxa Tey a bajarê Qamişlo ziyaret kir. Di dema ziyaretê de ji rûspiyên Êla El-Tey Ehmed Bedran El-Salim jî amade bû.

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur di ziyaretê de têklidarî tecîrda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, ferzkirina cezayên dispilînê agahî dan.

‘FIKRA RÊBER ABDULLAH OCALAN GIHAYA WIJDANA ME’

Serokê Meclisa Êla El-Tey Hesen El-Ferhan El-Ebdulrehman jî diyar kir ku ew destekê didin Înîsiyatîfê, aliyên azadîxwaz û netewa Kurd. El-Ebdulrehman da zanîn ku hemû gelên li Rojhilata Navîn bi fikra Rêber Abdullah Ocalan di yek refê de ne, Rêber Abdullah Ocalan karîbûye peyama xwe bighîne civaka êlan (eşîran) û wiha dom kir: “Eşîr û êlên li herêmê jî gelek caran banga ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirine. Felsefeya wî ya mirovahiyê ye; fikra Rêber Abdullah Ocalan gihaya wijdana ne, em jî li gorî wê ji aliyê xwe ve rê li ber fitneyên li herêmê digirin.”

Rûspiyê ji Êla El-Tey Ehmed Bedran El-Salim jî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêberekî mirovahiyê ye û got: “Divê ev zilma li hemberî kesayeta wî ji holê bê rakirin.”

Gera Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê wê di rojên pêş de bi sardana rûsipiyên civaka Ereban, meclis û dêrên Ermenî, Suryanî û Asuriyan berdewam bike.

(sb/a)

ANHA