Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo mexdûrên Lubnanê xanî hatin peydakirin
Endamê Maseya Krîzê ya koçberên Lubnanê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mustefa Hemo diyar kir ku ew ji mexdûrên Lubnanê xaniyan peyda bikin. Her wiha destnîşan kir ku hinek ji wan li kampên kantona Efrîn û Şehbayê cihbikin.

Maseya Krîzê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê da zanîn ku hejmara kesên ku ji Lubnanê gihîştine herdu taxan gihîştiye hezar û 331 kesan. Di wê çarçoveyê de Maseya Krîzê hewl dide ji bo kesên ku bi xwe niştecihên resen ên herdu taxan in, xaniyan peyda bike û hinekên din jî bişîne kampên kantona Efrîn û Şehbayê.
Endamê Maseya Krîzê û hevserokê Meclisa taxa Cengîz Mustefa Hemo ji ajansa me re destnîşan kir ku li gorî biryara Meclisa Giştî wan Maseya Krîzê ji bo welatiyên Sûriyeyî yên ku ji Lubnanê hatine, ava kir.
Hemo diyar kir ku ew hewl didin ji welatiyan re xaniyan peyda bikin û got: "Ê ku xwedî xanî yan dikanên li taxê be belgeyên xwe yên fermî nîşan bide da ku ew xanî yan dikan radestî wî werin kirin. Lê bi merca ku ew bi xwe tê de bimîne, ne ku wan bi kirê bide yan jî ji krîza heyî sûd bigire."
Hemo diyar kir ku yên ku xaniyên wan di taxan de tune ne, ji wan xanî bêpere tên peydakirin, ew jî bi merca ku 2 kefîlên wan ên di asta yekê yan a duyê de hebin.
Li gorî wê, piştî temamkirina belgeyan ew di xaniyan de tên bicihkirin.
Li ser asta Helebê û Sûriyeyê bi giştî, tenê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biryara qedexekirina kirêdayîn xaniyên vala hatiye derxistin.
Piştî 2012'an anku piştî pevçûnên li bajarê Helebê, pêla koçberiya ji herdu taxan zêde bû û xanî vala bûn. Ev xanî piştî 2016'an anku piştî derxistina çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji taxên Helebê ji gelek welatiyan re bûn wargeh.
Di dawiya axaftina xwe de Mustefa Hemo bang li hemû rêxistinên mirovî kir ku peydakirina pêdiviyên di aliyê derman û xwarinê de ji welatiyên vegeriyayî, di ber çavan re derbas bikin.
(mh)
ANHA