‘Em ê heta dawiyê bi rêberê xwe ra bijîn’

Şêniyên bajarê Dirbesiyê a kantona Cizîrê diyar kirin ku we ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe mezin bikin.

‘Em ê heta dawiyê bi rêberê xwe ra bijîn’
11 cotmeh, 2024   03:10
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Şêniyên bajarê Drbesiyê Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan helwestê xwe ji ajansa me ra anîn ziman.

Misewec Mihemed di derbarê Pergala qirkirin û îşkenceyê ya li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî axivî û wiha got: “Ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê gel dakevin qadan.

Raziya Îbrahîm jî di axaftina xwe de wiha got: "Dewleta Tirk ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirse, ji ber bi milyonan kes li seranserê cîhanê bi remanê Rêberê me dixwînin û pêra jiyan dkin.”

Raziya destnîşan kir ku gelên herêmê dê li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin û heta azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin, dê li qadan bin.

Mihemed Oskan jî wiha axivî: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan di Rojhilata Navîn de guhertinên demokratîk çêkirin. Dewletên kapîtalîst fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji hebûna xwe xetere dîrin ji ber wê bi komployekê dîl girt."

Oskan helwestên rêxistinên hiqûqî û CPT`yê yên li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, şermezar kirin û bang li heman aliyan kir ku bi erkên xwe rabin, pergala îşkence û qirkirinê rawestînin.

Oskan bang li beşên civakê kir ku dakevin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

(şx)

ANHA