Li Şerim El Şêx 3 diplomatê Qeterê mirin, 2 birîndar

Li bajarê Şerim El Şêx ê Misrê di encama qezaya tirafkê de 3 diplomatên Qeterê mirin û 2 birîndar bûn. Sefaretxaneya Qeter li Misrê ragihandin ku yek ji miriyan endamê wê ye.

Li Şerim El Şêx 3 diplomatê Qeterê mirin, 2 birîndar
12 cotmeh, 2025   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Rutersê derbarê mijarê de li ser zimanê 2 çavkaniyan ragihand ku 3 diplomatên Qeterê di qezaya tirafîkê de li bajarê Şerim El Şêx ê Misrê mirine, 2 jî birîndar bûne. 

Sefaretxaneya Qeter a Misrê jî ragihand ku 3 diplomatên Qeterê di qezaya tirafîkê de mirine û 2 birîndar bûne. Sefaretxaneya Qeterê, got ku ji bo şopandina rewşa birîndaran di navbera wan û desthilata Misrê re kordîne heye.

Sefaretxaneyê di daxuyaniyê de da diyarkirin ku qurbaniyên qezayê “Siûd Bin Tamir ê duyemîn, Ebdela Xanim El Xiyarîn, Hesen Cabir El Cabir in, her wiha Ebdela Îsa El Kewarî û Mihemed Ebdulezîz El Bûeynên birîndar in.

Rojnameya El Yewm El Sabi ya Misrê derbaê qezayê de agahî da û diyar kir ku tekerê erebeyê têk çûye û ji ber wê qeza pêk hatiye. Lê heta niha ne hatiya zanîn diplomatên Qeterê endamên tîma Qeter a danûstendinê yên bi rayedaêrn Misrê re alîkarî kirin, da itîfaqa hefteya derbasbûyî di navbera Îsraîl û Tevgera Hemas de pêk hat, yan na.

Roja duşemê an ku sibe dê li bajarê Şerim El Şêx civîneke navdewletî ya bilind were lidarxistin. Armanca civînê detayên dawî yên dawîkirina şerê li Xezayê werin xêzkirin.

(dc)