Li Şerîaya Rojava 5 kes hatin kuştin

Di operasyoneke leşkerî ya Îsraîlê de li Şerîaya Rojava 5 kes hatin kuştin. Hejmara qurbaniyên êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê yên îro, gihaşt 82’yan.

Li Şerîaya Rojava 5 kes hatin kuştin
15 gulan, 2025   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP’ê di operasyona leşkerî ya artêşa Îsraîlê ya li bajarokê Temûn ê bakurê Şerîaya Rojava de 5 kes hatin kuştin.

Şaredarê bajarokê Temûn Semîr Qitêşat ev agahî dan AFP’ê: "Hêzên dagirker piştî ku mala wan a li naverasta bajarokê dorpêç kir, 5 ciwan kuştin.”

Parastina Sivîl a Xezayê jî ragihand ku hejmara kuştiyên êrişên barbenga îro bûye 82.

(bb)