Di bîranîna pêşengên PKK’ê Kaytan û Altûn de soza domandina rêya şehîdan

Şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Tebqa û Helebê  hatin bibîranîn. Di bîranînan de heya avakirina civakeke demokratîk soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.

15 gulan, 2025   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di encamnameya kongreya xwe ya 12’an de şehadeta kadroyên xwe yên pêşeng Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand. Meclisên malbatên şehîdan ên kantona Tebqayê û kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdariya koçberên ji Efrîn-Şehba, nûnerên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya hat dayîn.

Di daxuyaniyê de rêwîtiya têkoşînê ya hevrêyê Rêber Abdullah Ocalan şehîd Alî Haydar Kaytan hate vegotin û hate gotin: "Şehîd Alî Haydar Kaytan jiyana xwe ji bo belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan veqetand û di rêya wê yekê de şehîd bû. Ji şopdarên rêya têkoşînê pêşeng û çavkaniya îlhamê bû."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şehdî Riza Altûn yek ji berxwedêrên zindana Amedê bû û zinarê ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk serî netewand. Hate gotin, hêza îradeya wî nîşan dide ku bêyî berxwedanê azadî nayê bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hate avakirina civakeke demokratîk soza domandina rêya şehîdan hate dayîn.

HELEB

Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan civînek li avahiya MSD’ê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar xist.

Li hola civînê wêneyên şehîd Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan, Rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hatin daliqandin.

Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek li ser têkoşîna her du şehîdan hat nîşandan.

Çalakî bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA