Li ser sînorê Lubnanê şerê Îsraîl û Hizbullah
Li ser sînorê Lubnanê şerekî dijwar di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullah de qewimî. Hate diyarkirin ku 2 endamên Hizbullah hatin kuştin.

Li gorî malpera Sky News Arabiya artêşa Îsraîlê duh bi şev bajarokê Keferkêla yê beşa rojhilatê Lubnanê û devera Xeyam bi balafirên şer, obîs û bombeyên fosforî bombebaran kir. Hate ragihandin ku di êrişa li ser bajarokê Keferkêlayê de 2 endamên Hizbullah hatine kuştin.
Hizbullah ragihand ku wê bi moşekan leşkerên Îsraîlê ya li baregeha Malikiyê ya bajarê Celîlê kire hedef.
Hizbullah duh dîmenê "çalakiya li ser baregeha Îsraîlê ya li herêma Ereb Eramişa ya bakurê Îsraîlê" weşandibû. Hizbullah diyar kiribû ku di vê êrişê de windahî çêbûne.
Malpereke îsraîlî ragihandibû ku hejmara birîndarên êrişa li ser Ereb Eramişe de bû 18 birîndar û rewşa du kesan giran e.
) bb)
ANHA