Yekitiya Ewropayê ceza li Îranê birî

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel diyar kir ku Yekitiya Ewropayê biryar daye li ser hilberînerên fuze û balafirên bêmirov ên Îranê cezayên nû bibire.

Yekitiya Ewropayê ceza li Îranê birî
18 nîsan 2024   10:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Çarşemê piştî civîna bilind a lîderên 27 welatên endam a li Brukselê, Charles Serokê Konseya Ewropayê daxuyanî da û diyar kir ku piştî êrişa li ser Îsraîlê biryar hatiye dayin hin pêkanîn li ser Îranê bêne ferzkirin.

Charles Michel got, "Me bi vê biryarê xwest peyameke şênber bidin Îranê."

Serokê Konseya Ewropayê got, "Armanc zexta li ser şîrketên ku drone û fuzeyan hildiberîne ye. "