Jinan bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir

Meclisa Jinan a PYD’ê ya kantona Cizîrê bi armanca nîqaşkirina nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê azadiya jinan de li Tirbespiyê civînek li dar xist.

Jinan bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir
29 nîsan, 2025   15:13
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Cizîrê bi armanca nirxandina ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê azadkirina jinan û bandora ramanên wî li ser rewşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, civînek ji jinên li Tirbespiyê re li dar xist. Civîn li hola PYD’ê bi amadebûna bi dehan jinan hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, rêvebera Meclisa Jinan a bajarê Qamişloyê Nesrîn Tahir axivî. Nesrîn bal kişand ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der bar azadiya jinan de û diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan bingeha avakirina civakeke azad, adilane û wekhev e.

Nesrîn Tahir da zanîn ku ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan guhertineke bingehîn di rewşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbû û got: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan jin di hemû qadan, siyasî, aborî, civakî û leşkerî de bûne çalak û xwedî bandor. Ev destkeftî hîn jî îlhamê didin jinên li herêmê ku bêtir xwe birêxistin bikin û beşdarî jiyana giştî bibin."

Di civînê de sînevîzyonek li ser ramanên Rêber Abdullah Ocalan û nirxandinên wî yên li ser jinan hat pêşandan.

Di dawiya civînê de, jinan çawaniya pratîkkirina nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de û pêşxistina rola wan di hemû qadan de nîqaş kirin.

(bb)

ANHA