Li kantona Firatê rêzeçalakiyên têkildarî komploya navneteweyî

Bi boneya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kiribû, li kantona Firatê rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Li kantona Firatê rêzeçalakiyên têkildarî komploya navneteweyî
Li kantona Firatê rêzeçalakiyên têkildarî komploya navneteweyî
Li kantona Firatê rêzeçalakiyên têkildarî komploya navneteweyî
Li kantona Firatê rêzeçalakiyên têkildarî komploya navneteweyî
Li kantona Firatê rêzeçalakiyên têkildarî komploya navneteweyî
Li kantona Firatê rêzeçalakiyên têkildarî komploya navneteweyî
Li kantona Firatê rêzeçalakiyên têkildarî komploya navneteweyî
3 cotmeh, 2024   18:39
KOBANÊ

Di çarçoveya rêzeçalakiyên li kantona Firatê tên lidarxistin de, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Sirînê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya bajêr komploya navneteweyî bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Jinan a meclisê Şêrîn Hesê ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de komplo û pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin. Her wiha soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

Têkildarî wê, li hola Navend Çand û Hunerê ya bajêr semînerek hat dayîn. Di semînerê de hevserokê Mclisa bajarê Girê Spî Heza Mihemed li ser serhildanên Kurdî û komployên li dijî gelê Kurd axivî.

Her wiha Mihemed têgeha komployê pênase kir û wiha got: "Komplo tevgerek an jî planeke ku tê de aliyê xwe dost dihesibînin li kêlek hêzên dijber beşdar dibin. Ev yek bi xeflet an jî îlankirî pêk tê. Komplo li dijî kesekî yan jî komekê yan jî partiyekê yan jî nûnerên ji hêza gel tê pêkanîn. Bi wê yek hewl didin wan bi darba, yan jî leşkerî têk bibin. Lê dema tevgera azadiya gelê Kurd çi gaveke biçûk ber bi pêşketinê ve diavêje, gelek aliyên siyasî li pişt perdeyan planan datînin, da ku wê tevgerê tune bikin."

Semîner bi silogana ʹBê Serok Jiyan Nabeʹ bi dawî bû.

(mh)

ANHA