Di êrişên li ser Xan Yûnisê de 14 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê de 14 kes hatin kuştin.

Di êrişên li ser Xan Yûnisê de 14 kes hatin kuştin
31 gulan, 2025   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku balafirên bêmirov ên biçek ên Îsraîlê li herêma Mewasî Qerare ya li bakurê Xan Yûnisê, konekî koçberan bombebaran kir. WAFA’yê da zanîn ku di êrişê de bi kêmanî 3 zarok û jin jî di nav de, 13 filistînî hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku li nêzî garaca Refehê ya naverasta Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê jinek di encama gulebarana artêşa Îsraîlê de hatiye kuştin.

Li gorî daneyan, li Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve 54 hezar û 321 kes hatine kuştin û 123 hezar û 770 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyan ji WAFA’yê re diyar kir ku ji 18’ê Adara îsal ve, 4 hezar û 729 kes hatine kuştin û 11 hezar û 729 kes jî birîndar bûne.

(bb)