Meclisa Îslamî ya Elewî êrişên li dijî xwepêşandêran şermezar kirin

Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyeyê û Diyasporê êrişên li ser xwepêşandêran şermezar kirin û destnîşan kir ku ev pêkanîn rastiya hikumeta veguhêz ku temsîla dewletê nake û rêz ji mafên besît ên welatiyan re nagire aşkera dikin.

Meclisa Îslamî ya Elewî êrişên li dijî xwepêşandêran şermezar kirin
28 kanûn, 2025   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporê bi daxuyaniyekê êrişên li dijî sivîlên ji bo daxwazên xwe yên rewa daketine qadan, şermezar kirin û anî ziman ku tiştê bûye "rastiya desthilata defakto" ku temsîla dewletê nake û rêzê ji mafên besît ên welatiyan re nagire aşkera kir.

Meclisê da zanîn ku "her şêweyê terorê û terorkirinê" li dijî xwepêşandêran meşandin, bi wê re qetilkirin, serjêkirin, avêtina guleyan, pêlêkirin, girtin û zordarî çêbûn. Ev yek binpêkirina aşkera û zelal a qanûnên mirovî yên navneteweyî ye ku mafên azadiya nêrîn û xwepêşandanên aştiyane rewa dikin.

Meclisê bêdengiya civata navneteweyî li hember van pêkanînan bêberpirsiyariya exlaqî û qanûnî ye û bang kir ku bi erkên xwe rabe û van sûcên li dijî sivîlan bi dawî bike.

Meclisê diyar kir ku ji maf welatiyan e bi awayekî aştiyane nêrîna xwe derbirînin, ji bo parastina ewlehiya welatiyan bang li wan hat kirin ku vegerin malên xwe, lê bi mafên xwe yên rewa ve girêdayî bin û bi rêbazên aştiyane daxwazên xwe bikin.

Duh, li ser banga serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind Şêx Xezal Xezal ku bi awayekî girseyî û aştiyane dakevin qadan û daxwaza mafên xwe bikin, îro welatî herikîn qadan. Lê hat diyarkirin ku komên girêdayî hikumeta veguhêz bi hewla têkbirina xwepêşandanan gule avêtin û qurbanî çêbûn.

(fr)