Li ser erdên çandiniyê şer kirin, 2 kes hatin kuştin 

Li herêma Cebel Bedro ya li ser rêya Babê û girêdayî gundewarên bakur û rojhilatê Helebê li ser erdên çandiniyê şer qewimî û 2 kes hatin kuştin.

Li ser erdên çandiniyê şer kirin, 2 kes hatin kuştin 
15 tebax, 2026   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî li herêma Cebel Bedro ya li ser rêya Babê di navbera du aliyan de şer li ser erdên çandiniyê qewimî. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û hejmara birîndaran ne diyar e.

Nasnameya aliyên ku şerkirine heyanî niha nehatiye naskirin.

Hêzên Ewlekariya Giştî destwerdan kirin û ji her du aliyan kes girtin.

Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji destpêka sala 2026`an ve 101 carî şer navbera malbat û êlan de qewimî ye û di encamê de 89 kes hatine kuştin û 184 kes (176 mêr, 7 jin û 1 zarok) birîndar bûne.

(np)

ANHA