Li Îraqê di qezaya trafîkê de mirî û birîndar

Li nêzîkî rêya Hezer a li başûrê Mûsilê, otobusek geştiyaran qelibî, tê gotin mirî û birîndar hene.

Li Îraqê di qezaya trafîkê de mirî û birîndar
15 tebax, 2026   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê li ser rêya Musilê qezayek giran a trafîkê çêbûye. Li gorî çavkaniyê, otobûsa geştiyariyê ji Bexdayê bi rê ketibû û dixwest berê xwe bide parêzgehên Herêma Kurdistanê.

Otobus li ser rêya Musilê bi barghilgirek ketiye û qelibiye. Li gorî şahidan tenê li cihê qezayê cenazeyên çar kesan hatine dîtin û gelek kes bi giranî birîndarin.

Derbarê bûyerê de heya niha ti saziyek fermî daxuyanî nedaye.

ANHA