Şandeya jinan bi çalakvanên ji Fransa û Amerîkaya Latîn re hevdîtin kir

Şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelek çalakvanên jin ên ji Fransa, Meksîka û Amerîkaya Latîn re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li Parîsê pêk hat û tê de dozên jinan û pêşxistina hevgirtinê hatin nirxandin.

Şandeya jinan bi çalakvanên ji Fransa û Amerîkaya Latîn re hevdîtin kir
16 îlon, 2025   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya gera xwe ya fermî ya li hin welên Yekitiya Ewropayê de, li Parîsê bi çalakvanên jin ên ji Fransa, Meksîka û Amerîkaya Latîn re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de rewşa kampa Holê, rewşa jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zehmetiyên di rewşa heyî ya Sûriyeyê de jin pê re rû bi rû dimînin, hatin nîqaşkirin.

Jinên çalakvan ezmûnên xwe yên birêxistinkirina jinan li welatê xwe anîn ziman, behsa ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir.

Jinan destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe yên hevbeş ji bo pêşxistina rola jinan û pêkanîna wekhevî û edaletê bidomînin.

Ji 6’ê Ilonê ve şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi gera xwe ya li welatên Ewropayê kiriye. Şandeyê heta niha bi gelek rêxistinên hiqûqî û yên jinan re civiyaye. Di heman demê de bi endamên Parlamentoya Ewropayê re hevdîtin pêk anîne.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryan Corcêt Bersûm pêk tê.

(dc)

ANHA